Tirkiyê guh nade agirbestê û heta niha jî êrişî Serê Kaniyê dike

Tirkiyê guh nade agirbestê û heta niha jî êrişî Serê Kaniyê dike

WAAR_Duhok:

zêdebarî ragihandina agirbestê artêşa Tirkiyê li ser êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Ligor medya HSDê artêşa Tirkiyê Serê Kaniyê dide ber topan û çekdarên alîgirên wê jî êriş dikin.

Herwiha ajanasa Reutersê ragihandiye, artêşa Tirkiyê guh nade agirbestê û heta niha jî bajarê Serê Kaniyê topbaran dike û çekdarên alîgirên wê jî êrişî şervanên HSDê û xelkê bajêr dikin.

Şeva borî Amerîka û Tirkiyê li ser ragihandina agirbesteka demkî li Rojavayê Kurdistanê li hev kirin. HSD û YPG jî agirbest qebûl kirin û ragihandin, ewê ji saet 22:00 agirbestê bicîh bînin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday