Tirkîyê: Ferhenga Wikipedia hat girtin

Tirkîyê: Ferhenga Wikipedia hat girtin

 

Waar–Duhok:

Hikûmeta Tirkîyê doh, malpera Wîkîpedia li welatê xwe, bi tometa şikandina Erdogan, girtîye û çend torên din yên civakî jî, xistîne jêr cavdêrîyê.

Peyvdarê desteka rîveberîya, ferhenga zanistî ya înternêtê, Wîkîpedia, ragîhand: li roja Şembîyê malpera wan ji alîyê Enqere ve hatîye girtin, û niha li welatê Tirkîyê kesek nikare ferhenga wan bikar bîne. Herwesa got ku wan yêkser nerazîbûna xwe li ser vê çendê dîyar kirîye, û niha pêwîste dadgehek biryarê li ser wan tometên, ku li gorî ajansa Anadol, ji alîyê wezareta peywendîyan , ya hikûmeta wî welatî, hatine kirin, bide.

Wezareta peywendîyên elektronî berî demekî, li ser malperên Wîkîpedia, Facebook û Twitter, gotîye ku li şuna ew li gel Tirkîyê arlîkar bin ji bo bi destve anîna pêzanînan li ser rêxistinên terorîstî, ew malper sifkatîyê bi welatê wan, û bi taybet serokê wan, Receb Tayib Erdogan dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.