Tirkiyê: Di karnameyen partîyan de pirsgireka Kurdan

Tirkiyê: Di karnameyen partîyan de pirsgireka Kurdan
WAAR_Amed:
Gelek çavderên sîyasî, pispor û siyasetmedar dibêjin Kurd dê qedera xvê di ve hilbijartinê diyar bikin. Mijara çareserkirina pirsa Kurd yek ji mijarên sereke ya karnameya partiyên siyasî ye belê di karnameyan de gelêk partîya giringî ne dayîye ve pirsgireke.
Demîrtaş di manîfestoya xwe de bibêje ew dê wekî Serokomarekî li “pergala yek mirovî” bidawiyê bîne.
Çend xalên manîfestoya namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demîrtaş a jibo hilbijartinên 24ê Hezîranê derketin pêş wiha ne: ”Rewşa Awartê dê bê rakirin. Hemû girtî dê bêne berdan. Dê dawî li qeyûman bînin û erka hevşaredaran dîsa dewrî hevşaredaran bikin. Ziyanên Biryarên Hikmê Qanûnan de dê jibo mafeê wan kesan bêne cihkirin. Koşka Serokomariyê dê bê valakirin û gel dê biryarê ser bide. Mafê karker, cotkar û kedkaran dê bê parastin. Mafê xwezayê dê bê parastin. Ji bo kesên xizan û debara wan tune ceyran, av û xaza xwezayî dê bê pere be. Heqê kedê yê herî kêm dê 3 hezar TL be. Mafê hemû bawerî û zimanan dê bê naskirin û pêşxistin. Şêweya jiyana jinê dê bê parastin nûnertiya jinê ya wekheviyê dê bi zagonan bê mîsogerkirin. Ji bo pêşketina zarokan perwerdehiya wekhev, bi zimanê zikmakî perwerde dê bê dayîn. Pergala dadger û dozgeran dî ji nûve bê avakirin. Hemû nasname, çand, bawerî dê xwedî mafê wekhev bin. Pirsgirêka kurd dê bi hev re û bi riya demokrasî, muzakere û diyalogê bê çareserkirin.
HDP
Hevserokê HDPê Pervîn Buldan diyar dike ku pirsgirêka Kurd heye û nehatiye çareserkirin û weke pirsgirêka statuyê dide zanîn.
Buldan li ser pirsgireka Kurdan wiha dibêje:”Pirsgirêka Kurdan dîrokî ye, pirsgirêka statuyê ye daxwaza gelê Kurd ji bo statuyê ne dabeşkirine. Çareserkirina pirsa Kurd li parlamentoyê. Bi fermî nasandina zimanê Kurdî. Davî anîna rewşa awarte, siyaseta dijayetîkirina Kurdan, qerebûkirina maddî û manewî ya Kurdan. Em dibêjin bi taybet li hemberî tifaqa AKPê û MHPê hemu pêkhateyên Kurda di vê em dest bidin hev û azadîya xwe pêkbinin. Her kesê bibejê ez xwedi erkim divê dinav vê tifaqê de cih bigre. Ji ber ku em Kurd ne li gel hevîn em ne nêzî azadîyêne. Gelê Kurd zanîye ku qedera Kerkuk û Efrînê û ya Şirnex û Mahabadê heman qedere. Demên dawîyê de zanîn ku qedera wan bi hevre girêdaye. Em disa bangî hemu birayên xwe dikin roj roja yêkitiyê û avakirina tifaqa demokratîk a Kurdistanê ye.
AKP
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî di karnameya partîya xwe de dibêje: ”Em nabêjin Kurd tune ne, qet Tirkiyê venagere wê xalê, em derbarê hizra ku li gor pîvana xwe behsa hebûna pirsgirêka Kurd dikin, lê em dibêjin pirsgirêka Kurdan tune ye. Me mafên wan garantî kirine û nehatine guhertin, zimanê dayîka we ku zimanê Kurdî ye weke şîrê dayîkê helal e. Karê me yê herî serekî bihêzkirina birayetî û tebayî bû ligel Kurd, Me qedexeya ziman û zaravayên cuda di medyayê de rakir. Qedexeya danîna nav û xwendina bi zimanê dayîkê hat rakirin.
CHP
Berbijêrê Serokomariya Tirkiyê yê CHPê Muherem Înce dibeje heger ew bibe serokomar, dê pirsgirêka Kurd li parlementoya Tirkiyê çareser bike u wiha dibeje:”Bi fermî nasandina Cejna Newrozê. Newroz dibe pişûya fermî. Jêrxaneke yasayî ya taybet bi pirsa Kurd. Cudakirina pirsa Kurd ji pirsgirêka terorê. Çêkirina baweriyê di navbera Kurd û Tirkan de. Pirsa Kurd dibe dosyayeke neteweyî û mirovî. Vegerandina aramiyê u xwendina bi Kurdî li navçeyên Kurdnişîn.”
Partîya Saadetê
Berbijerê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, karnameya partîya xwe u pirsa kurdan li Amedê eşkere kir.
Karamollaoglu, wiha axivî:”Li ser pirsgireka Kurdan me xebateka giring pekanîye. Me dixwest em ji berîya meh u n,ve eşkere bikin li gor bernama me em dixwazin avakirina gundan, qerebûkirina zerar û ziyanan, projeya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd, rawestandina şer û vegera aramiyê damezrînin. Perverdehîya zimane dayîke mafekî revaye jibo ev maf be dayîn tu pirsgirek tunene. Belê di karen fermî de zimane fermî dive be kar anîn.”
MHP
MHPê di karnama xwe de qala pirsa Kurdan nekirîye ev dibejin:”Pêşxistina aborî, pêkanîna aştiya civakî, rûbi rûbûna zêdetir a terorê u berdewambûna rewşa awarte”Di Karnameya Partiya Baş (Îyî Partî”yê de jî bêjeya Kurd nehatiye bi karanîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.