Tirkiye di hilberîna fistiqê entabê da ber bi lîderiyê va dimeşe

Tirkiye di hilberîna fistiqê entabê da ber bi lîderiyê va dimeşe

WAAR_Duhok:

Di hilberîna fistiqê entabê da Tirkiye li pey Amerîka û Îranê di rêza 3yan da cî digre. Tirkiye erdên tê avdan zêde dike û xwe amade dike ku di hilberîna “zêrê kesk” da bibe lîderê dinyayê.

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku erdên bi ber û bereket lê hene bi taybetî li Şanliurfa, Gazîentab û Sêrtê îsal rekolteya fistiqê entabê li gor par ji sedî 208 zêde bû û derkete 240 hezar tonî.

Li gor daneyên Rêxistina Çand û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) di hilberîna fistiqê entabê da Tirkiye li pey Amerîka û Îranê di rêza 3yan da cî digre. Par li Tirkiyeyê rekolte 78 hezar ton bû.

Di salên 2000î da li Tirkiyeyê li ser 2 milyon dolim erdî fistiqê entabê dihat çandin û di 18 salên dawîn da erd ji sedî 50 zêde bû û derkete 3,2 milyon dolimî. Hê jî li herêmê erdên ji bo çandiniyê kêr nayên bi alîkariya makîneyan tên sererastkirin û di encamê da vedigerînin baxçeyê fistiqan.

Di çarçoveya projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ya li dinyayê ji projeyên herî baş e da hedef ew e ku sala pêşiya me hemû erdên bi ber û bereket bên avdan. Li erdên tên avdan ber û bereketa fistiqê entabê 2 qat zêde dibe.

Dixebitin ku erdên tên avdan werin zêdekirin, şert û mercên xwedîkirinê werin hêsankirin û bi rê û rêzikên modern va derbasî cotkariya fistiqan bibin. Tirkiye dixebite ku ji Amerîkaya 3 qat zêde fistiqan diçine û Îrana tengasiya avê dikişîne û ambargo li ser amûrên wê ne derbas bibe û têkeve rêza ewil.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.