Tirkîyê: 192 endamên PKKê hatin girtin

Tirkîyê: 192 endamên PKKê hatin girtin

 

Waar–Duhok:

Di operasyonekê da li ser endamên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê, 192 bergoman li bajarên Stenbolê, Edene, Mêrsîn, Wanê û îzmîrê hatIne desteser kirin.

Li gorî ajansa Anadol, tîmên berhingarbûna terorê ser bi rêveberîya asayîşa Stenbolê, agahî li ser grubeka endamên PKKê hebûn, operasyonek jî li ser hindek navunîşanan kirin, heftê ji wan bergomanan hatine desteser kirin.

Ji alîyekê din ve, hêzên asayîşa Tirkîyê di operasyonekê da li ser endamên PKKê, 26 bergoman li Adanê, 60 li Mêrsînê û 11 li Wanê, dîsan 35 li Îzmîrê desteser kirin.

Heman dem dest bi ser hijmareka çek û teqemenîyan û belgeyên wê parîyê da hat girtin, bergoman jî bo rêveberîyên asayîşê hatine şandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.