Temellî: HDPê encamên helbijartinên Stenbolê êkla kirin

Temellî: HDPê encamên helbijartinên Stenbolê êkla kirin

WAAR-Duhok:

Hevserokê HDPê diyar kir ku wan encamên helbijartinênStenbolê êkla kirin û hîvî xwastin bibin sedema destipêkirina siyaseteka danustankarane û danana destûrekê nû.
Sezaî Temellî, hevserokê partîya dîmokratîk ya gelan, hedepê ku di helbjartinên şaredarîya mezn ya stenbolê da piştevanîya xwe bo ekrem Îmamoxlu, berbijarê CHPê ragehandbû, piştî belavbûna encamên destpêkî û derkeftina îmamogluyî wek şaredar, di kongreyekê rojnamevanî da ragehand: HDPê ku encamên Stenbolê êkla kirin, boçûna xwe hebû û siyaseta xwe ya bêalî parastîye û di bingeh da encamên helbijartinên Stebolê bo xebateka dîmokrasîyê guherîne û kirîne hîvîyên hevpişk yên gelan.
Temellî got jî: ew çaverê ne îradeya li ser sindoqan dekeftî, bihêt vegohastin bo îradeya bajarî û di qonaxa bihêt da bibe sedema piştevanîkirna nêrîneka dîmokratyane di îradeya Stenbolê da û îdareya bajarî di gel gelî û zehmetkêş û jinan da bihêt pêkînan û wek şaredarîyê HDPê nêrîneka hevpişk bihêt diristkirin.
Temellî herwesa ragehand: Tirkiya pêdvî zimanekê danustankarane yê siyasî ye û pêdvîye her zû destûrekê dîmokratî bihêt peyrewkirin û hemû partî kom bibin û dest bi proseya destûrekê nû biken ku aştîya civakî peyda biket.

Babetên bi vê mijarêve girêday