Temel Karamollaoglu: Gendelî bûye nasnameya hikûmeta AKPê

Temel Karamollaoglu: Gendelî bûye nasnameya hikûmeta AKPê

WAAR_Duhok:

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de desthilata AKPê bi tundî rexne kir û ragihand ku gendelî û îsraf bûye nasnameya vê hikûmetê.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de AKP bi tundî rexne kir û got: “Bi polîtîkayên ekonomîk ên hikûmetê Tirkiye bi pêş nakeve. Gendelî û îsraf êdî bûye wek nasnameya hikûmetê. Eger pêşî li van were girtin dê kanayeke mezin ji bo ekonomiyê derkeve holê.”

Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe ya çend rojnamevanan de got: “Eger ev hikûmet dewreke din bimîne kes nikare ekonomiya Tirkiyeyê rast bike. Bi van polîtîkayan ekonomiya Tirkiyeyê bi pêş nakeve. Ji ber polîtîkayên şaş em ketin tengaveke ekonomîk. Eger em bixwazin ji vir derkevin pêwistî bi polîtîkayeke nû heye.”

Karamollaoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev hikûmet 15 sal in desthilate û hê jî radibe ji bo ekonomiyê manîfestoyan îlan dike. Eger te 15 salan ev pirsgirêk çareser nekiribe tê hê çawa çareser bike.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.