Taxê Mûsila nû bi temamî hat kontrol kirin

Taxê Mûsila nû bi temamî hat kontrol kirin

 

Waar–Duhok:

Efserekê hêzên Îraqê aşkere kir, taxa Mûsila nû li alîyê rastê yê Mûsilê bi temamî hatîye kontrol kirin.

Muqedim Burhan Muzahim dîyar kir îro Yekşembê hêzên dijî terorê êrîşî kolana mizgefta Fetih Elî ku cihê dawî yê Daişê bû li taxa Mûsla nû û piştî du saetên şer, hêzên dijî terorê terorîst şikandin û alayê Îraqê li wê derê bilind kirin.

Got jî: di oparasyona kontrol kirina Mûsla nû da çarde terorîst kuştine û dest bi ser hijmarek çekê navîn û amîrekê bê tel yê peywendîyan da girtîye.

Muqedim Burhan dîyar kir ku niha hêzên dijî terorê li devera Bedala Ebî Temam li nêzêkî taxê Yermûk li başûrê alîyê rastê yê Mûsilê, berhingarî Daişê bûne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *