Tariq Ehmed: Tawanbaran xwastibûn destdirêjî li Dilînê bikin

Tariq Ehmed: Tawanbaran xwastibûn destdirêjî li Dilînê bikin

WAAR_Duhok:

Polîsê Duhokê ragihand, ew kesên ku keçka 10 salî ya bi navê Dilîn revandibûn û kuştibûn, nekarîbûne destdirêjiyê lê bikin.

Duhî ew keçka 10 salî ya bi navê Dilîn Welîd, ku di roja duyem ya cejna Remezanê de wenda bibû, kuştî hat dîtin.

Piştî lêkolîn û lêpirsînan eşkere bû ku ew keçik ji aliyê du kesan ve hatiye revandin û hatiye kuştin.

Destpêkê hat gotin ku wan kesan piştî ku destdirêjî li wê zarokê kirine, kuştine lê berpirsê polîsê Duhokê Tariq Ehmed îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ew kesên ku Dilîn kuştine, hatine girtin û li sûcên xwe jî mukir hatine.

Tariq Ehmed her wiha da zanîn, wan tawanbaran xwastibûn destdirêjî li Dilînê bikin lê Dilînê nehîştibû ji ber wê jî kuştibûn.

Wî efserê polîs anî ziman, li gorî raporta nojdariyê û lêkolînên dixtoran Dilîn rastî destdirêjiyê nehatiye.

Bi gotina berpirsê polîsê Duhokê, tohmetbarên kuştina Dilînê bira ne û her du jî hevalên bavê Dilînê bûne, çûbûn şîna Dilînê jî

Babetên bi vê mijarêve girêday