
Waar –Duhok:
Wezîrê têhna Tirkîyê ragehand; niha Îraq xwedîyê sed milyar dolarên petrol û xaza xwezayî ye û di gel baş bûna rewşa Îraqê ev dahat sê carkî dê zêde bike.
Taner Yildiz dîyar kir; heta niha bîst û heft milyon bermîlên petrola Îraqê ku bihayê wê du milyar dolar bûn, bo Tirkîyê hatine rewanekirin.
Yaldiz got jî; herçende kêşeyên berdewam ên li ser petrola Îraqê heye ku ew petrol ya herêmê ye yan Bexda, lê pareyê wê diçe ser xezîneya giştî ya Îraqê.