Sûdan: Omer el-Beşîrê ji peywirê hat dûrxistin û rewanekirin girtîgeha Kuberê

Sûdan: Omer el-Beşîrê ji peywirê hat dûrxistin û rewanekirin girtîgeha Kuberê

WAAR_Duhok:

Hat ragihandin ku li Sûdanê Omer el-Beşîrê ji peywirê hat dûrxistin neqlî girtîgeha Kuberê ya li paytext Xartûmê kirin.

Di nûçeya ku rojnameya “Axir Lahza” ya li Sûdanê sipart çavkaniyên eskerî da hat diyarkirin ku Beşîr duh êvarê ji mala mêvanan a ku di hepsa malê da bû neqlî Girtîgeha Navendî ya Kuberê ya li paytext Xartûmê hat kirin.

Di nûçeyê da hat gotin ku Konseya Eskerî ya Berwext a Sûdanê serokomarê berê teslîmî Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî nekir û soza xwe ya dê li welatê xwe bi awayekî asîl bê darizandin bi cî anî.

Çavkaniyên eskerî dan zanîn ku neqilkirin di bin kontrola Konseya Eskerî ya Berwext da û di bin tevdîrên giran da hat kirin û Konseyê hê derbarê mijarê da daxuyanî neda.

Ji aliyê din va li gor nûçeyên çapemeniya herêmî Serokê Parlementoya Sûdanê Îbrahîm Ehmed Omer dema ku ji Qatarê vegeriya li Balafirgeha Navneteweyî ya Xartûmê hat binçavkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday