Stirana Kurdî û seksîzim

Stirana Kurdî û seksîzim

Gotar: Helmet Kwêstanî

Hunermend Seîd Gabarî rexne li kirêtkirina folklorê Kurdî bi rêya gotina peyvên bêperde di stiranên govendan da ji aliyê hindek stiranbêjan ve, yên ku bi devê xwe dupat diken, ku tinê pare armanca wane, digirît.

  • Carê yê hay ji vî babetî yê ku eve çendîn heftiye aziriye nebît, bila temaşeyî bernameyê Boçî yê WAARmedia

Yek ji wan stiranbêjan bi sivikatîpêkirina hevpîşeyên xwe û pêşengên stirana Kurdî berevaniyê ji xwe diket û dibêjît, beriya wî jî stiranên bêperde bi bejnubala regezê mê hatîne gotin. Ji hejî gotinê ye, ku astê rewişt û rewşenbiriya her hunermend/stiranbêjekê ku di wî bernameyê têlevizyona WAAR da derdikevît, bi xwe diyar dibît, bê ku ez pênaseyekê bidemê. Lê ya giring di babetî da şaştêgehiştina hunerî û azadiya qaşo hunermendane.
1. Bila, bibe stiranbêj û ger bixwazî taybetmendiya xwe ya pîşeyî bike stiranên bêperde. Ew azadiye û nabît bihêt sinordarkirin. Lê… di çarçûveyê berhemê xwe da (elbûm, cd, vîdyo…) webike, mîna Ehmedê Nalbend, wekî ew Stiranbêj bi xwe jî amaje pê didet. Wî demî guhdarên te jî azadin li dûv daxwaza xwe biryarê li ser te biden.
Dema stiran li cihekê giştî mîna şehyanekê hat gotin, anku li cihekî, ku razemendiya hemû amadebûyiyan li ser stiranbêj û stiranan nehatiye wergirtin, azadiya wan hemûyan li pêşiyê dihêt û ew nabît sinordarkirina hunerî.
2. Bibe Stirannivîs, peyvan bi dûv dilê xwe ji bo derbirîna hestên xwe binvîse.. destûrî ew maf ne tinê bi nivîskaran dayiye, jibo hemuyan parastî ye.
Lê… dema te ew peyvên taybet danan ser awazeka ne ya xwe û stirana xwe bi kirasekê folklorî pêça, wî demî jî mafê giştî yê gelekî, jiber ku folklor pênaseya wî ye, ji mafê te yê azadiya raderbirînê bihêztire.
Ji aliyekê dî jî ve ev babete ne nû ye û bi biha û pîroziyên civakî ve girêdayî ye.
Dema di stiranên berê da bas li evîniya kiçek û kurekî dihat kirin, bê goman ji bilî çîroka wan ya evîniyê amaje bi hestên wan li beranber hevdû jî dihat dan û seks jî dibû babetê stiranan.
Lê… cuda ye, dema stiranek bi merem tinê li ser sînguberên kiç yan jinekê bihêt gotin.
Xala dumahiyê belku ji ber baladestî ya regezê nêr hem di civakî bi giştî da, hem jî di hunerî da ye û lew pitir ji vî rûyî ve, bas li hestên wî dihêt kirin. Ji dem bo demî hevsengiya azadiya jin û mêran di nav Kurdan da hatiye guhorîn. Belku li nav civakê me yê niha seksîzm berfirehtire ji demekê dî.
Lê bi giştî kultorê Kurdî sêksîst nebûye, herçende niha.. em xwedan civakekê seksîstîn. Li evê jî ne dê Sendîkaya Hunermendan rêgiriyê ket, giringe destûr û pasewanên wî me jê biparêzin. Seks siroştî ye, çi desthelat neşên mirovî jê biken, tinê soziya mirovî bi xwe nebît. Lê seksîzim aydolojiyeke mirov pê li cihanê dinerît. Ger civak dirust hat perwerdekirin, amadebuyiyên şehyanan bi xwe hemû stiranan qebûl naken û pêdivî naket Hunermendekê mezin mîna Se’îd Gabarî jî ji xemxoriyê, xwe binît beranber Stiranbêjekê bêtore û rûbirûyî gefan bibît.

Babetên bi vê mijarêve girêday