Stephen Hawking Fîzîkvanê navdar jiyana xwe ji dest da

Stephen Hawking Fîzîkvanê navdar jiyana xwe ji dest da

WAAR_Duhok:

Fîzîkvanê navdar ê Îngîlîz Stephen Hawking di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Mirina fîzîkvanê navdar Stephen Hawking ji aliyê zarokên wî Lucy, Timothy û Robert ve hat ragihandin. Zarokên Hawkîng di daxuyaniya xwe de gotin: “Me bavê xwe yê dilovan winda kir. Em pir xemgîn in. Mirovekî zanist bû, xebat û mirata wî dê bi salan dewam bike.”

Mirovê zanist Hawking bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser qulên reş û fîzîka kuantumê dihat naskirin.

Stephen Hawking dema li Zanîngeha Cambridgeyê şagirt bû bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketibû û nikaribû organên laşê xwe bikar bîne, bi sîstemeke compîterê ku ji bo wî hatibû çêkirin pêwendî dikir.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.