Sizayên Amerîkayê yên li ser Çînê

Sizayên Amerîkayê yên li ser Çînê

WAAR_Duhok:

Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku wê merheleya duyemîn a mueyîdeyên li ser Çînê di 23ê tebaxê da dest pê bike.

Amerîkayê baca gumrukê ya ku ji malên Çînê hildida ji sedî 25 zêde kir û barê îxrackirinê ya li ser Çînê bi qasî 50 milyar dolarî giran bû.

Rêveberiya Amerîkayê wê di 23ê tebaxê da merheleya duyemîn a mueyîdeyên xwe yên ku bi qasî 16 milyar dolar digire wê bike rewacê û ji bo vê jî lîsteya wan malên ku wê baca gumrukê jê bê hildan eşkere kir.

Serokê Rêveberiya Amerîkayê Donald Trump bi hinceta “mueyîdeyên bazirganiyê yên neheq û diziya teknolojiyê” biryar dabû ku wê ji malên teknolojîk ên Çînê baca gumrukê ya îlawe bê hildan.

Hûrgiliyên mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser malên teknolojîk ên Çînê jî diyar bûn û merheleya duyemîn a mueyîdeyan jî wê di 23ê tebaxê da ji bo 279 madeyan a ku baca ji wan bê hildan bi qasî 16 milyar dolar digire dê bê sepandin.

Merheleya ewil a mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser Çînê di 7ê tîrmehê da ketibû rewacê û di lîsteyê da 818 madeyên ku baca îlawe li ser wan hatibû zêdekirin hebû.

Babetên bi vê mijarêve girêday