Silêmanî.. PDK û Goran li ser pêkanîna 2 lijneyan rêkkeftin

Silêmanî.. PDK û Goran li ser pêkanîna 2 lijneyan rêkkeftin

WAAR_Duhok:

Piştî civîna şand a Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Komîteya Danûstandinan a Diyalogê ya Tevgera Goran, daxûyaniyek hevbeş ji raya giştî re hate belav kirin.

Di çarçoveya pêkanîna hukimeta nû ya herêma Kurdistanê de şand a PDK bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî û şand a Tevgera Goran bi Serokatiya birêvebirê Goran Omer Seyid Elî, li Silêmaniyê civiyan.

Di daxûyaniya hevbeş de hate ragihandin, ku proseya pêkanîna hukimeta Kurdistanê divê neyê bipaşve xistin.

Di daxûyaniyê de herweha amaje bi yekê hate dan, her du alî liser bernameyekê li hevûdu kirin e, 2 komisyon jî, ji bo pêkanîna bernameya hukimetê û nexşerêya hevbeş hatine damezrandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday