Sibe şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Sibe şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

WAAR_Duhok:

 Biryare sibe şandeyekî bilind a herêma Kurdistanê bo guftûgoyên li ser pirsên neft û budceya giştî ya Iraqê û pişka kurdan, serdana Bexdayê bike û li gel serokwezîrê Iraqê û wezîrê darayî bicive.

Şandeya herêma Kurdistanê ji serokê dîwana encûmena wezîran, wezîrê darayî û aborî li gel wezîrekî herêmê pêktê, piştî gelek caran paşxistina serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê, ji ber rewşa Iraqê û xwepêşandanên parêzgehên Iraqê, naha biryar hat dayîn şande serdana Bexdayê bike.

Herwaha got hêvî heye guftûgoyên navbera şandeyên hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê encamên baş li gel xwe bîne, ji ber ji hevtêgeheştinek baş navbera her du aliyan de heye.

Babetên bi vê mijarêve girêday