Sibe mûçeyê hêzên Pêşmergey tê belavkirin

Sibe mûçeyê hêzên Pêşmergey tê belavkirin

WAAR_Duhok:

Wezareta Darayî û Aborî ya hikumeta Herêma Kurdistanê xişteyekê nû yê parvekirina mûçey belavkir, li goreyî wî xişteyî sibe dê mûçeyên dîwana wezareta Pêşmergey û lîwa, yekeyên 70 û 80 bên parvekirin.
Wezareta Darayî û Aborî di ragihandinekê da diyarkir: Li roja Çarşemê mûçeyên wezareta Navxwe, Dezgehê Asayîşê, Pêşmergeyê Zêrevanîyê û Bergirî û Hawar Hatin û herwesa xanenîşyên Pêşmergey dê bên dayîn.
Li gor ragihandina wezareta Darayî li roja Pêncşemê 14ê Xizîranê dê mûçeyên Xanenşînên Medenî û Polîsên parastina dam û dezgehên petrolê bêne dayîn.
Her îro Rêbaz Hemlan wezîrê Darayî diyarkirbû ku berîya cejnê dê mûçeyê meha Adarê yê temama wezaret û cihên mayî li gel mûçeyê wezareta Pîşmergey bê dayîn.
Sefîn dizeyî peyivdarê hikumeta Herêma Kurdistanê jî ragihandibû; Îro hikumeta Îraqê kujmê 317 milyar dînaran xistîne ser hejmara bankî ya wezareta Darayî ya Herêmê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.