Sezai Temelli: Bi van binçavkirina nikiarin serkevtina me ya ji sindoqan têkbidin

Sezai Temelli: Bi van binçavkirina nikiarin serkevtina me ya ji sindoqan têkbidin

WAAR_Amed:

Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezai Temelli ji bo hinek hevditin bike hat Amedê.

Temellî li ser bûyerên dawiyê û binçavkirina endamên wan daxuyanîyeke da çapemenîyê.

Temelli di axaftina xwe de wiha got: “Ev operasyonên binçavkirinê wateya tekçûna wan e. Bi van binçavkirina dixwazin serkevtina me ya ji sindoqan derkeve têkbibe, belê sernakevin. Erdogan her roj me ixbar dike û li ser gotinên Erdogan hinek dozger van biryarên binçavkirinê dinin. Emê sikalayê li ser wan dozgeran jî û li ser wezareta navxweyi jî vekin, herçiqas bê encam jî be.

Ji aliyê din ve parlementerê HDPê yê Amedê İmam Taşçier û hevserokê DBPê yê şaxa Amedê İbrahim Çiçek ev mijar ji waarê re nirxandin.

Hejayê gotinê ye ku serokkomarê Tirkiye yê recep Tayyip Erdogan di gotareke ya xwe de gotibu ku “eger kesên tevli terorê buyî ji sindoqan derkevin emê disa qeyyuman tayin bikin.” Piştî vê di hefteyekê de ji 400 kesan zêdetir endam û aligirên HDPê hatin binçavkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.