Serokwezîrê Lobnanê: Di nava 2 rojan de ez dê vebigerim Lobnanê

Serokwezîrê Lobnanê: Di nava 2 rojan de ez dê vebigerim Lobnanê

Serokwezîrê Lobnanê Saad Harîrî yê ku li Erebîstana Siûdî îstîfa kiribû li ser twitterê ragihand ku dê di nava 2 rojan de vegere welatê xwe.

Saad Harîrî yê ku 4ê mijdarê îstîfaya xwe ragihandibû lê îstîfaya wî nehatibû pesendkirin li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku dê di nava 2 rojan de vegere Libnanê.

‘EZ BAŞ IM’

Harîrî di peyama xwe got, “Rêhevalno merheba. Ez sax û selamet im. Xwedê bê erê ez dê di nava 2 rojan de li Lobnanê bim.”

Ji hêla din ve hêjayî biîrxistinê ye ku Televîzyona ‘Future TV’ ku Harîrî xwediyê wê ye derbarê mijarê de daxuyanî dabû. Televîzyonê eşkere kiribû ku Harîrî ji Riyadê veqetiye û dê biçe Ebû Dabî paytexta Mîrektiyên Ereban û li wir bi Prensê Welîaht Mihammed bîn Zeyd ele Nahyan re hevdîtinan pêk bîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.