Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî dê seredana Tirkiyeyê bike

Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî dê seredana Tirkiyeyê bike

WAAR_Amed:

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser daweta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê bi fermî seredana Tirkiyeyê  bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, seredana  fermî ya Ebdulmehdî sibê ye.

Di hevdîtinên seredanê da mijarên wekî têkoşîna dijî terorê, jinûva avakirina Iraqê, bazirganî, vejen û pêşvabirina hevkariya Tirkiye-Iraqê bên axaftin.

Herwisa tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinan da herdu alî dê li ser mijarên herêmî û navneteweyî jî fikr û ramanên xwe parve bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday