Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro serdana Siûdiye dike

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro serdana Siûdiye dike

WAAR_Duhok:

Adil Ebdulmehdî di konferansa rojnamevanî ya xwe ya heftane de têkildarî  pêwendiyên hikûmeta Iraqê ligel Siûdiyê ragihand ku guhertinên mezin çê bûne û ew dê Çarşemiyê (îro) seredana Siûdiye bike.

Ebdulmehdî diyar kir ku di serdana xwe de ew dê derbarê çend rêkevtinên nû û bilindkirina asta alîkariya aborî ya navbera herdu welatan de gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin ku ew rêkevtin dê temamkerê wan têgihiştinan be ku encûmena hemahengiya di navbera herdu welatan de di serdema serokwezîrê berê yê  Iraqê Heyder Ebadî de kirine.

Babetên bi vê mijarêve girêday