Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê raspard

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê raspard

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard kir.

Navê Mesrûr Barzanî ji aliyê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû pêşkêşkirin û li Parlemantoya Kurdistanê bi piraniya dengan hatibû kandîdkirin.

Li gor peyrewa navxwe ya Parlemantoya Kurdistanê, tenê 30 roj li pêş Mesrûr Barzanî heye, ta kabîneya nehem a Hikûmetê pêk bîne.

Di rêûresma raspardina Mesrûr Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû de, her yek ji Seroka Parlemantoya Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweran amade bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday