Serok komarê Îraqê budçeya giştî pesend kir

Serok komarê Îraqê budçeya giştî pesend kir

 

Waar –Duhok:

Serok komarê Îraqê qanûna budçeya giştî ya Îraqê îmza kir û çaverêye bo serokatîya civata wezîran bê hinartin daku pesend bike.

Jêderekî ji nivêsîngeha serok komarê Îraqê bo War got: şevîdin budçeya giştî ya Îraqê gihişt nivêsîngeha serok komarî û îro “Fuad Mesûm” serok komarê Îraqê, îmza kir.

Ji alîyê xwe ve, dadwer, Serhan Silêvaneyî, endamê lijna darayî li civata nûnerên Îraqê dîyar kir; çaverêye îro qanûna budçeya giştî bo civata wezîran bê hinartin daku ew jî pesend bikin û behra herêmê bê hinartin.

Babetên bi vê mijarêve girêday