Serok fraksiyonên parlamentoya Kurdistanê serdana Kerkûkê dikin

Serok fraksiyonên parlamentoya Kurdistanê serdana Kerkûkê dikin

WAAR_Duhok:

Şandeyekî Parlamentoya Kurdistanê serdana Kerkûkê dê bike û li gel nûnerên aliyên siyasî yên wî bajarî dê bicive.

Hejar Reşîd peyamnêrê WAARê li Kerkûkê diyarkir: Sibe roja duşemê li danê êvarê serok fraksiyonên parlamentoyê Kurdistanê dê seredana parêzgeha Kerkûkê bikin û digel berpirsên yekê yên hizbên Kurdistanî bicivin.
Diyar jî kir: Civîna serok fraksiyonan dê li siat 3ê êvarî be li baregeha melbendê Komela Îslamî û dê dawî pêşhat û asayîkirina rewşa Kerkûkê gotûbêj bikin.
Seredana serok fraksiyonên Kurdistanî bo Kerkûkê li demekî ye tê çaverê  kirin şandeke PDKê û YNKê jî jibo yekalîyîkirina pirsa parêzgerê Kerkûkê seredana wê parêzgehê bikin û digel alîyên Ereb û Tirkuman kombûnan bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday