Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Hîndîstanê civîyan

Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Hîndîstanê civîyan

WAAR_Duhok:

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Vêrmavalî Moralî Deharan Wezîrê Dewletê Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê û şandekî li gel kir.

Wezîrê Dewletê Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û daxwaz kir ku peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê li warê çandî, tendirustî û bazirganî de bê pêşxistin.

Serok Barzanî spasî Wezîrê Dewletê Hîndîstanê yî Karubarê Derve û Parlemenê û şanda li gel kir û gelê Hîndîstanê bi gelekî mezin û xwedî dîrok wesif kir. Her wiha Mehatma Gandîjî bi çavkaniya îlhama gelên azadîxwaz û rizgarbûna ji kedxwarî û çewsandinê da zanîn.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hîndîstanê nîşan da.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday