Serok Barzanî û Dr. Necmedîn Kerîm civiyan

Serok Barzanî û Dr. Necmedîn Kerîm civiyan

WAAR_Duhok:

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Necmedîn Kerîm kir û di wê hevdîtinê de behsa biryara destgîrkirina Dr. Necmedîn Kerîm kirin û derket ew dadwerê biryara destgîrkirina Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derxistibû, her ew e jî ku biryara destgîrkirina Parêzgerê Şer’î yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm derxistiye û eve jî bi firîka xiyanetkarên 16ê Cotmehê ye û dirêjahiya heman xiyanetê ye.
Îro Pênçşema 07.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Necmedîn Kerîm Parêzgerê şer’î yê Kerkûkê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û hevkêşeyên siyasiyên piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û pêşhatên dawî û helwesta aliyên siyasiya ya di derbarê paşaroja Iraqê de hate nirxandin.

Her wiha behsa biryara destgîrkirina Dr. Necmedîn Kerîm kirin û derket ew dadwerê biryara destgîrkirina Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derxistibû, her ew e jî ku biryara destgîrkirina Parêzgerê Şer’î yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm derxistiye û eve jî bi firîka xiyanetkarên 16ê Cotmehê ye û dirêjahiya heman xiyanetê ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.