Serok Barzanî: Referandomê paşeroja gelê Kurd misoger kir

Serok Barzanî: Referandomê paşeroja gelê Kurd misoger kir

WAAR_Duhok:

Serok Barzanî ragihand; Referandomê paşeroja gelê Kurd misoger kir, da zanîn jî: Dagîrkirina Kerkûk û deverên Kurdistanî ya demkîye û kes nikare nasnama wan deveran biguhere.
Di hevpeyvînekê de di gel govara nîwz wîk ya Amerîkî Serok Barzanî ragihand; Biryara referandomê li sala 2014 ji alîyê komisyona Herêmê û alîyên sîyasî ve hatibû dan, lê wî demî ji ber şerrê DAIŞê ew pirose hate paşxistin ku evjî şaşîyeka mezin bû û pêdivîye Kurdan di wî demî da biryara xwe daba, jiberku Îraqê karvedanên dijwar hebûn û kesê bawernedikir ku Îraq dê bi çekên Amerîkî êrişî Kurdistanê bike.
Da zanîn jî: Operasyona dest biserdagirtina Kerkûkê, bi serperşitîya Îranê û agehdarîya Amerîka û Brîtanya hat kirin û nihajî hemû biryarênÎraqê ji alîyê Îranê ve tên dan.
Serok Barzanî amajekir ku referandomê xwasta gelê Kurd nîşanda û paşeroja wan misoger kir herçend hind rêgirî yên hatîne pêş, lê ev wê ramanê nade ku îradeya gelê Kurdistanê hat şikandin.
Li dawîya hevpeyvînê jî Serok Barzanî xuya kir: Sîyaseta Kurdistanê ji bo çarekirina kêşeyên di gel Bexda, dîyalog û rêkarên aştîyane ye û ta di şîyan dabe Kurdistan dê xwe ji şerrê di gel Îraqê biparêze, lê ta wî demî ku Îraqê nîyaza guherîna fîdralîya Kurdistanê nebe û hemû alî jî piştrastikirin ku rewşa niha li Kerkûk û deverên Kurdistanî ya demkîye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.