Serok Barzanî dê zaroyê birîndarê rojava dişîne Frensayê

Serok Barzanî dê zaroyê birîndarê rojava dişîne Frensayê

WAAR_Duhok:

Biryare îro bi piştevanîya serok Mesûd Barzanî zaroyê birîndarê rojavayê Kurdistanê bo Frensa bê şandin.
Li gor agahîyên WAARê îro êvarî Mihemed Hemîd ew zaroyê rojavayê Kurdistanê yê bi çekên qedexekirî yên supayê Tirkîyê birîndar bûyi bi piştevanîya serok Mesûd Barzanî bo çareserîyê jibo welatê Frensayê tê şandin.
Duh serok Barzanî peywendî bi bavê wî zaroyî kirbû û amadehîya xwe ya temam bo her alîkarîyeka pêdivî nîşan dabû.
Ev di demekî da ye îro rêkxistina Human Rights Watch piştrast kir ku Tirkîyê çekên kîmyayî û qedexekirî di êrişa ser rojavayê Kurdistanê da bikar anîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday