Serlêdanên Vizeya Şengenê li Amedê hatin destpêkirin

Serlêdanên Vizeya Şengenê li Amedê hatin destpêkirin

WAAR_Amed:

Vizeya Şengenê di navbera 26 dewletên girêdayî yêkitiya Ewropa de hatîya avakirin.

Kesên vê vizeyê distine dikare di navbera van dewletan de serlêdana bike û tinê ev vize pêwiste. Serlêdanên vê vizê ji ber ya niha li bajarên weke Enqere Stenbol û cihê herî nêzîk herêmê ji Dilok bû. Belê li gor rêkeftina di navbera Odeya Pêşesazî û Bazirganî ya Amedê û iDATA yê de hatî destnişankirin de hêdî welatî û bazirgan dikarîn ji Amedê ji serlêdanê bikin.

Serokê Meclisa Odeya Pêşesazî û Bazirganî ya Amedê Celalettîn Birtane li ser vê rêkeftinê pirsên WAARê bersivand. “Niha keseke serledanê bike wê piştî 15 roj din belgeya xwe bikare bistine. Ev ji bo çi giringe weke em dizanîn di bazirganîyê de dem tişteke zêde giringe ji ber wê heta bazirgan û welatî biçîn enqere an jî stenbol qeyda xwe çêbike wê ji vê derê demek nêz de çêbike.”

Babetên bi vê mijarêve girêday