Serîlêdanên Festîvala Filman a Duhokê dest pê kir

Serîlêdanên Festîvala Filman a Duhokê dest pê kir

WAAR_Duhok:

Serîlêdanên 7emîn Festîvala Filman a Navnetewî ya Duhokê dest pê kir û dê heta 15ê hezîranê dewam bike. Festîval îlona 2019an li Duhokê tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyên malpera festîvalê duhokkif.comê, serîlêdanên 7emîn Festîvala Filman a navnetewî ya Duhokê serê meha nîsanê de dest pê kir. Sînemakar dikarin heta 15ê hezîrana 2019an filmê xwe bişînin ber destê lijneya festîvalê.

Festîvala Duhokê, ji aliyê Wezareta Çand û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, Midûriyeta Giştî ya Çand û Hunerê ya Duhokê û Mîtos Filmê ve dê were lidarxistin û di navbera 9 û 16ê îlona 2019an li parêzgeha Duhokê birêve diçe.

Di çarçoveya festîvalê de, wê beşa sînemaya cîhanê û beşa sînemaya kurdan pêşbirkek jî were lidarxistin û  filmên ku di pêşbirkê de biserkevin xelatan wergirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday