Şerfiroş1

Şerfiroş1

Ail Hesen

Tê bîra min dema em zarok ev peyve gelek caran ji alîyê meve dihat bikaranîn, zaroyekê bê qelafet û bê zendik da reftarên nexweşik derheqa mirovan de ket, evca ew reftar çi gotinên xirab û nexweşik bin yan kiryarên zerer digehand mirovî mîna ber avêtin yan dizîkirin ji mirovî yan her karekê din ku mirov pê diêşa, di wî demî de mirov dikarî sinorekî bo wî zarokî bidane lê jiber çend pirsgirêkên civakî û hizrî mirov neçar dibû bêdeng bimîne û çi reftarên sinordarkirinê di derheqê wî zarokî de nedikirin, li hember reftara mirovî ew zarok berdewam dibû ji helwestê xwe yê nerewa, zaroyê ku ev cure reftare li cem wî hey me li zaroktîya xwe je re digot şerfiroş .
Min ev mînake bo hebûna çekdarên PKKê li Başurê Kurdistanê anî, hebûna wan wek hêzek leşkerî ziyanên mezin gihandîne me û nexasime ziyaneke bê sinor gihandîye xelkê hejar û belengaz li gundên ser sinorî û ger pêtivî be di qonaxên dahatî de dê wan ziyana bi hûratî berçavbikim, berçavkirina wan ziyana wê yekê nagehîne ku ez ji wan hez nakim yan ez li dijî wanim belku wê yekê digehîne ku nedigel hebûn û reftara wanim li Başurê Kurdistanê .
Li vê dawîyê dibînim çend serkirdeyên PKKê hin daxuyanîyên agirîn û şerfiroş di derheqê hêzên sîyasî yên kurdî li Başurê Kurdistanê de didin xuyakirin û dawî daxuyanîya xanim (Leyla Guven)ê piştî greva birçîbûnê bi dawî anî û yekem daxuyanîya şerfiroşîyê aristey hikumeta Herêma Kurdistanê kirî û taybet aristey PDKê, dema ku dibêje nabe hêzên sîyasîyên Kurdî li Başurê Kurdistanê xaka xwe bifiroşin Tirkîyê û dibêje me sebir nemaye û emê şer bikin .
Min nezanî ev xanime çewa hizir dike û çewa hêzên hember dixwîne û şirove dike, niza ew xanim çûye kîş meydankê û dîtîye hêzên Başurê Kurdistanê xaka xwe difiroşin taku ew nerazîbûna xwe diyar bike. Li vir dibêjim xanima berêz li Başurê Kurdistanê em fêrî wê yekê bûne berê ku em nikarin bi avêjîn em helnagirîn, em fêrnebûne şoreşê bi peyva birêve bibin û kiryarên me berevajî gotinên mebin , ka carê berîya tu êrişên şerî lime bikî yan şîreta lime bikî, ka ji kerama xwe pêdaçûnekê di xwe û sîyaseta parta xwe de bike û cara hun dibêjin rexnê li xwe bigire û pirsê ji we bike: Doza kurdî ligor dirûşmên hewe yên li salên heştîyan û niha hemberî hev bike û encama ji me re berçav bike, ez bawerim dê bigehîye wî encamî ku roj bû roj hun yê dest ji armancên neteweyî ber didin û berbi armancên gelekî aşopî ve diçin .

Babetên bi vê mijarêve girêday