Saxlemîya herêmê di hewara lêqewmîyên Mûsilê çû

Saxlemîya herêmê di hewara lêqewmîyên Mûsilê çû

WAAR_Duhok:

Piştî wergeryana belema geştyarî di rûbarê Dîcley de, rêveberiyên saxlemîya Duhok û Hewlêrê embolans û tîmên hewarhatinê hinartin Mûsilê.
Heysem ‘Ebdî, berpirsê senterê 122 yê hewarhatinê li parêzgeha Duhokê ji WAAR re got: piştî dengoyê wergeryana belema geştyarî gehşitîye wan, saxlemîya Duhokê 10 embolans ji bo hewarçûna lêqewmîyên wergerîyana belema geştyarî hinartin Mûsilê, xuya jî kir, ger pêdvî kir ew kesên rewşa wan xirab bît, dê ji bo nexoşxaneyên Duhokê hên veguhastin.
Peyamnêrê WAAR ji Hewlêrê diyarkir, rêveberîya giştî ya saxlemîya Hewlêrê jî hejmareka tîman bi embolans ve jibo hewarçûna lêqewmîyan hinartin Mûsilê, herweha amaje kir, nexweşxaneyên hewlêrê jî keftbûn di amadebaşiyê de.

Babetên bi vê mijarêve girêday