Sanders a Berdevka Qesra Spî di dawiya mehê da dev ji kar berdide

Sanders a Berdevka Qesra Spî di dawiya mehê da dev ji kar berdide

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku berdevka Qesra Spî Sarah Sanders wê di dawiya vê mehê da dest ji wezîfeya xwe bikşîne.

Trump di peyama ku ji ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da got: “Sarah Sandersa me ya hêja piştî sê sal û nîvan di dawiya vê mehê da wê ji Qesra Spî veqete û biçe Arkansas a bajarê xwe.”

Di peyama xwe da Trump pesnê Sandersê da û ragihand ku Sandersê li pey xwe karekî gelek baş hişt.

Serokê Amerîkayê Trump di dewama peyama xwe da hêvî kir ku Sanders di hilbijartinê da ji bo Walîtiya Arkansasê bibe namzed û ji ber kar û barên kir jî pîrozbahî da Sandersê.

Babetên bi vê mijarêve girêday