Şandeke Wezareta Pêşmergey serdana Bexdayê dike

Şandeke Wezareta Pêşmergey serdana Bexdayê dike

WAAR_Duhok:

Weha biryare li van du rojan şandeke Wezareta Pêşmergey seredana Bexdayê bike jibo gotûbêj kirina çendîn dosyên giring.
Li gorî agahîyên WAARê ji Wezareta Pêşmergey wergirtîn, şandeke ast bilind ya Wezareta Pêşmergey li bere seredana Bexdayê bike û digel Wezareta Bergirîya Îraqê çendîn kombûnan saz bike, lê ta niha biryar nehatîye dan ew seredan dê li çi rojeke vê heftyê bê kirin.
Agahî amaje dikin şanda Wezareta Pêşmergey dê dosyên mûçeyên pêşmergey, dubare pêkanîna jora operasyonên hevpişik bo deverên Kurdistanî gotûbêj bike.
Herweha pirsa hemahengîya supayê Îraqê û pêşmergê Kurdistanê jibo berhingarbûna şaneyên veşartî yên DAIŞê jî dê di kombûnan da bê baskirin.
Di roja yekê ya cejna qurbanî de Şoreş Îsma’îl, wezîrê pêşmergey di seredana xwe ya sengeran da diyarkirbû, şandeka serbazîya Herêmê dê seredana Bexdayê bike û gotûbêjên digel wezareta bergiryê dest pê bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday