Şandeke hikumeta Herêmê piştî cejnê seredana Bexdayê dike

Şandeke hikumeta Herêmê piştî cejnê seredana Bexdayê dike

WAAR_Duhok:

Biryare heftîya bê şandeke bilind ya hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê bike û lijneyên teknîkî yên çarekirina kêşeyan dest bikar bibin.
Li gor agahîyên WAARê şanda hikumeta Herêmê yekser piştî bêhinvedana cejnê ku dikeve destpêka heftîya bê dê seredana Bexdayê bike û li gel wezîrên petrol, darayî û navxweya îraqê bicivin û di heman roj de dê lijneyên peywendîdar yên çarekirina kêşeyên helawîstî dest bikarbibin.
Piştî destbikarbûna hikumeta Herêmê Mesrûr Barzanî bo nîşandana nîyazpakîyê seredana Bexdayê kirbû û ragehandibû, herdu alîyan nîyeteka rijd bo çarekirina kêşeyên darayî û petrol û xazê, deverên Kurdistanî heye.
Li dawîya meha bûrî şandeka bilind ya Îraqê hatibû Hewlêrê û piştî çendîn kombûnan, herdu alî li ser pêkanîna çendîn lijneyan bo çarekirina hemû kêşeyên helawîstî rêkkeftbûn, ew lijne jî dê libin serperşitîya Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêmê û Samir Xezban wezîrê petrolê û cêgirê ‘Ebdulmehdî bo karubarên petrolê bin.

Babetên bi vê mijarêve girêday