Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê digel Erdoganî civîya

Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê digel Erdoganî civîya

WAAR_Duhok:

Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Stenbolê ku wek paytexta aboriya Tirkiyê tê nasîn beşdarî li civîneke aborî ya sê rojî dike û di yekem rojê de jî li gel berpirsên bilind ên hikûmeta Tirkiyê civiyan.

Li gor daxuyaniya wezareta plandanan a hikûmeta herêma Kurdistanê  wezîrê plandananê Dr. Elî Sindî bi serokatiya şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê ve beşdarî li Kongreya Rahijmendiya Global kiriye, ku dê di navbera rojên 16 heta 19ê Nîsanê 2018ê li bajarê Stenbolê birêve biçe.

Li gor heman daxuyaniyê li tenişt kongreyê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê plandananê li gel wezîrê aborî yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî civiyaye û guftûgo derbarê çawaniya pêşxistina peyvendiyên aborî yên di navbera herêma Kurdistanê û beşên din ên Iraqê li gel Tirkiyê kirine.

Herwaha di yekem roja kongrê de, wezîrê plandananê hejmarek civînên din li gel beşdarvanên din ên kongrê pêkanîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.