Şanaz Îbrahîm Ehmed ji postê wê hat dûrxistin

Şanaz Îbrahîm Ehmed ji postê wê hat dûrxistin

WAAR_Duhok

Bi biryareka cîgirê yekê yê sikirtêrê giştî ê Yekîtîya Niştîmanî, Şanaz Îbrahîm Ehmed ji berpirsyarîya peywendîyên derîve ên YNKê hat dûrxistin.
Li gorî biryareka Kusret Resûl ‘Elî cîgirê yekê yê sikirtêrê giştî yê YNKê, Şanaz Îbrahîm Ehmed berpirsa peywendîyên derveyên YNKê û xûşka Hêro Îbrahîm Ehmed, ji ber nepêgîrîkirin bi displînên hizbê û belavkirina peyam û propaginde ên nedicîyê xwe da, ji karê wê hat dûrxistin.
Li gorî zanyarîyan Kusret Resûlî daxwaz ji mekteba sîyasî kirîye, lijneyekê ji bo lêkulînê di gel şanazê pêkbînin û herzû endamekê serkirdatîyê li ciyê wê destinîşan biken.
Şanaz Îbrahîm Ehmed yek ji wan serkirdeyên YNKê bû ku li bereyê dijî biryar û sîyasetên mekteba sîyasî a hizba xwe kardikir û di piranîya boçûn û biryarên YNKê da, li dijî radiwesta

Babetên bi vê mijarêve girêday