Rûsyayê “Su-35” teklîfî Tirkiyeyê kir

Rûsyayê “Su-35” teklîfî Tirkiyeyê kir

WAAR_Duhok:

Sergey Çemezovê Rêvebirê Payebilind (CEO) ê Rosteha şirketa pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê got Rûsya amade ye ku teyareyên şer Su-35an bifroşe Tirkiyeyê.

Çemezov li ser hevkariya teknîkî ya eskerî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da daxuyanî da nûçegihanan.

Çemezov pêşniyaz kir ku teyareyên şer ên malê Rûsyayê bifroşin Tirkiyeyê û wiha axivî: “Heke hevtayê me yên Tirk bixwazin em amade ne ku teyareyên şer Su-35an bidin wan.”

Su-35 a teyareya şer a cotmotor a bi destê saziya Sukhoi ya Rûsan hatiye dîzaynkirin wekî teyareya nêçîrê tê bikaranîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday