Rûsyayê li ser civîna Trump û Kim daxuyanî da

Rûsyayê li ser civîna Trump û Kim daxuyanî da

WAAR_Duhok:

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Ryabkov: “Şeytan di hûrgiliyan da veşartî ye”

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku ew civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un erênî dibînin û wiha got, “Lê şeytan di hûrgiliyan da veşartî ye.”

Ryabkov daxuyanî da ajansa nûçeyan a TASSa Ûris û hevdîtin erênî dît.

Ryabkov got, “Ev gava ku ji bo paşerojê hatiye avêtin, ne pêkan e ku em pê kêfxweş nebin, lê şeytan di hûrgiliyan da veşartî ye.”

Ryabkov destnîşan kir, Rûsya ji bo ku li Nîvegrava Koreyê çareseriyeke berbiçav çêbibe hêvî dike ku daxwaza formata mizakereyê ya Koreya Bakur û Başûr û Rûsya, Çîn, Japonya, Amerîkayê cardin were kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.