Rûsya: Divê hemu deverên Suryayê derbasî kontrola hikûmetê bibin

Rûsya: Divê hemu deverên Suryayê derbasî kontrola hikûmetê bibin

WAAR_Duhok:

Berdevka Wezareta Karên Derva yê Rûsyayê Mariya Zaharovayê got ku Amerîka ji bo ku li Sûriyeyê bimîne li hêcatan digere.

Zaharovayê di civîna çapemeniyê ya heftane da pirsên der barê rojevê da bersivandin.

Zaharovayê li ser pirseke mijara vekişîna eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê da wiha axivî:

“Niha heçko ji wir dertên xwe nîşanî didin lê ji bo ku li wir bimînin jî hêcatan digerin. Heke ji wir derkevin ev wê bibe pêngaveke baş. Piştî eskerên Amerîkayê ji wir derketin ew cî jî divê derbasî kontrola hikûmeta Sûriye bibin”

Zaharovayê li ser pirseke der barê rewşa Kurdan jî wiha axivî: “Me gelek caran got û em dîsa dibêjin. Kurdên wê derê perçeyekê civata Sûriyeyê ne. Ji ber vê ciyên Kurd li dijîn divê derbasî kontrola hikûmetê bibe. Ev wê rîska dijî ewlehiya cîranên Sûriyeyê jî wê kêm bike.”

Babetên bi vê mijarêve girêday