Ronkirinek li dor biryara dageheka Îraqî li dijî parêzgarê berê yê Duhokê Temer Remezan

Ronkirinek li dor biryara dageheka Îraqî li dijî  parêzgarê berê yê Duhokê Temer Remezan

WAAR_Duhok:

Jêderekê nêzîk rêzdar Temer Remezan ji bo WAAR medya diyarkir ku ew biryara dadgeheka Bexda li  dijî parêzgarê Duhokê yê berê Temer Remezanî day û hinek dezgehên ragihandinê parvekirî girêdayî tirombêleka corê Toyota landigirozere modêl 2005 ku li wextê xwe ferîq Babekir Zêbarî ji bo xizmeta zêrevanên parêzgerê Duhokê yê berê hinart bû.

Jêderî got: Dema wezareta bergirîya Îraqê daxwaza wê tirombêlê ji wezareta Pêşmergey kirî, babet li navbera herdu wezaretan hatin û çûyîn kirîye û gîro bûye û wergirê tirombêlê nehatîye agehdarkirin. Li heman dem pêrabûnên qanûnî berdewam bûyne, ta ku gehşitîye wê radeyê ku biryareka xîyabî bê dan.

Heman jêderî diyarkir ku:

• Tirombêl bi navê parêzgar Temer Remezan nehatîye wergirtin belku kesekê din wergirtîye.

• Pitrîya pêrabûnên qanûnî bi şêwazekê wesa hatîne encamdan ku layenê hatîye sûçbarkirin agehdar nebe yan nikare amade bibe û bergirîyê ji xwe bike yan rastîya babetî bo lijnê û dadgehê bibe.

• Dema ku  parêzgar Temer Remezan babet zanî tirombêl hinartîye bexda û ev pitir ji pênc mehane tirombêl hatîye vegerandin, lê wezareta bergirîya Îraqê tirombêl wernegritîye.

Li dawîyê heman jêderî diyarkir ku; Piştî rêzdar Temer Remezan bi rêya hevalekî agehdarî biryara dadgehê bûy, parêzerek girtîye û dê dozê dubarebike

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.