Rojnameyeka Erebî: Malikî tîmeka teror kirinê li serdemê xwe pêk anîbû

Rojnameyeka Erebî: Malikî tîmeka teror kirinê li serdemê xwe pêk anîbû

 

Waar–Duhok:

Rojnameyeka Erebî dîyar kir: serok wezîrên berê yê Îraqê tîmeka teror kirinê bi serokatîya rêveberê sazîya hewalgirîya serbazî pêk anîbû û wê tîmê piranîya kesayetîyên dîyarên Îraqê teror kirine.

Rojnameya Elerebî Elcedîd li ser navê jêderekî belav kirîye, ku nexwest navê xwe aşkere bike û daye zanîn: Nurî Malikî serok wezîrên berê yê Îraqê di navbera salên 2006ê heta 2014ê da tîmeka teror kirina kesayetîyên dîyar û naskirî pêk anîbû, ewên wek gef li ser wî û Îranê dihatin dîtin.

Li gor wî jêderî : piranîya wa kesên hatine teror kirin generalên supayê serdemê rejîma borî û doktor û mamostayên zanîngehê bûn, zêdebarî çalakvan û rojnamevan û zilamên olî û serok eşîretan.

Li gor wê lîsta eqîdekê lîwaya 56 ya nasyar bi lîwaya Bexdad, ya wan kesên hatine teror kirin li serdemê Malikî çêkirî ye, ew tîm ji alîyê ferîq Hatim Meksosî, rêveberê sazîya hewalgirîya serbazî dihat bi rêvebirin û çend efserên din yên ple bilind têde pişikdar bûn.

Wî jêderî xuya kirîye: wan lîsteka navên kesayetîyên terorkirî çêkirîye û radestî parêzerên navxwe û derekî kirine daku kar li ser bikin û paşê radestî dadgeha Navdewletî bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.