Rojhelatê Kurdistanê.. Di heftîya bûrî da 54 binpêkarî hatîne tomarkirin

Rojhelatê Kurdistanê.. Di heftîya bûrî da 54 binpêkarî hatîne tomarkirin

WAAR_Duhok:

Li gorî dawî amar; di heftîya bûrî da 54 binpêkarîyên mafên mirovî li rojhelatê Kurdistanê hatîne tomarkirin.

Rêkxistina Hengaw ya Mafên Mirovî ya Rojhelatê Kurdistanê diyar kir; Di heftîya bûrî da 54 haletên binpêkirina mafên mirovî li seranserî Rojhelatê Kurdistanê hatîne tomarkirin ku 10 ji wan haletên kuştin û birîndarkirina kolberan bi teqeya rasterast ya hêzên Rijêma Îranê û sêdaredanê ne, 36 jî haletên desteserkirin û sepandina hukmên dadgehê ne li ser zîndankirîyan û 2 jî haletên jiyanjidestdana karkerane ji ber rewşa karî.

Hengawê herwesa aşkera kir; Ew halete li parêzgehên Urmîye, Sine, Kirmanşan û Îlamê hatîne tomarkirin.

 

Rojhelatê Kurdistanê

Amarên binpêkarîyan yên heftîyekê

–         Di heftîyekê da 54 binpêkarîyên mafên mirovî hatîne tomarkirin

–         Di heftîyekê da3  kolber û kasibkar hatîne kuştin û 6 kolber û kasibkar birîndar bûyne

–         Di heftîyekê da 7 kurd hatîne sêdaredan

–         Di heftîyekê da 30 welatî hatîne deserserkirin

–         Di heftîyekê da 6 welatî hatîne zîndankirin

–         Di heftîyekê da 2 karkeran ji ber rewşa karî jiyana xwe ji dest daye

Babetên bi vê mijarêve girêday