Rojhelatê Kurdistanê.. Di heftîya bûrî da 30 binpêkarî hatîne tomarkirin

Rojhelatê Kurdistanê.. Di heftîya bûrî da 30 binpêkarî hatîne tomarkirin

WAAR_Duhok:

Li gorî dawî amar; Di heftîya bûrî da 30 binpêkarîyên mafên mirovî li Rojhelatê Kurdistanê hatîne tomarkirin.

Rêkxistina Hengaw ya Mafên Mirovî ya Rojhelatê Kurdistanê diyar kir; Di heftîya bûrî da 30 haletên binpêkirina mafên mirovî li seranserî Rojhelatê Kurdistanê hatîne tomarkirin ku 4 ji wan haletên kuştina kolberekî û birîndarkirina duyan û birîndarkirina sivîlekê bi teqeya rasterast ya hêzên Rijêma Îranê ne, haletek yê sêdaredanê û yek jî yê jiyanjidestdana zîndanîyekî ye ji ber bêxemîya karmendên zîndanê, 20 jî haletên desteserkirin û sepandina hukmên dadgehê ne li ser zîndankirîyan, 2 jî heletên jiyanjidestdanê ji ber şaşîyên pizîşkî û 2 jî yên kuştina jinane ji alîyê mêr û kurên wan ve.

Hengawê herwesa aşkera kir; Ew halete li parêzgehên Urmîye, Sine, Kirmanşan û Îlamê hatîne tomarkirin.

Rojhelatê Kurdistanê

Amarên binpêkarîyan yên heftîyekê

–       Di heftîyekê 30 binpêkarîyên mafên mirovî hatîne tomarkirin

–       Di heftîyekê da kolberek hatîye kuştin

–       Di heftîyekê da 2 kolber birîndar bûyne

–       Di heftîyekê da sivîlek birîndar bûye

–       Di heftîyekê da 2 kesan ji ber şaşîyên pizîşkî jiyana xwe ji dest dayê

–       Di heftîyekê da 2 jin ji alîyê mêr û kurên wan ve hatîne kuştin

–       Di heftîyekê da zîndanîyek hatîye kuştin û yekî jiyana xwe j dest daye

–       Di heftîyekê da 20 haletên desteserkirin û sepandina hukmên dadgehê hatîne tomarkirin

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday