Rojhelatê Kurdistanê.. Di heftîya bûrî da 10 binpêkarî hatîne tomarkirin

Rojhelatê Kurdistanê.. Di heftîya bûrî da 10 binpêkarî hatîne tomarkirin

WAAR_Duhok:

Li gorî dawî amar; Di heftîya bûrî da 10 binpêkarîyên mafên mirovî li Rojhelatê Kurdistanê hatîne tomarkirin.

Rêkxistina Hengaw ya Mafên Mirovî ya Rojhelatê Kurdistanê diyar kir; Di heftîya bûrî da 10 haletên binpêkirina mafên mirovî li seranserî Rojhelatê Kurdistanê hatîne tomarkirin ku 3 ji wan haletên kuştina kolberan bi teqeya rasterast ya hêzên rijêma Îranê bû, haletek yê sêdaredana zîndanîyekî bû, 6 jî haletên desteserkirin û sepandina hukmên dadgehê bûn li ser zîndankirîyan.

Hengawê herwesa aşkera kir; Ew halete li parêzgehên Urmîye, Sine, Kirmanşan û Îlamê hatîne tomarkirin.

 

Rojhelatê Kurdistanê

Amarên binpêkarîyan yên heftîyekê

–       Di heftîyekê  10binpêkarîyên mafên mirovî hatîne tomarkirin

–       Di heftîyekê 3 kolber hatîne kuştin

–       Di heftîyekê zîndanîyek hatîye sêdaredan

–       Di heftîyekê da 6 haletên desteserkirin û sepandina hukmên dadgehê hatîne tomarkirin

Babetên bi vê mijarêve girêday