Rêxistina cîhanî: 350 hezar Zarok li alîyê rastê yê Mûsilê asê mane

Rêxistina cîhanî: 350 hezar Zarok li alîyê rastê yê Mûsilê asê mane

 

Waar–Duhok:

Rêxistina cîhanî ya parastina zarokan ragîhand; nêzîkî 350 hezar zarok li rojavayê bajarê Mûsilê asê mane, ji ber nebûna xwarin û dermanan jî xelk nikarin ji malên xwe derkevin.

Rêveberê ofîsa rêxistina parastina zarokan li Îraqê, daxwaz ji hêzên Îraqê û hevpeymanan kir; hewla parastina 350 hezar zarokên alîyê rastê yê bajarê Mûsilê bikin.

Krîvalîro got jî; piştî dest pêkirina operasyona rizgarkirina alîyê rastê yê Mûsilê, bi hezaran zarok asê mane, daxwaz jî ji hêzên Îraqî û hevpeymanan dikin wan zarokan bi parêzin, hewlan jî bidin rêyekê bo rizgarkirina wan bi bînin.

Ji alîyê xwe ve wezareta koç û koçberên Îraqê ragîhand; amadekarîyên temam bo pêşwazî kirina awareyên alîyê rastê yê bajarê Mûsilê kirine, pêşbînî jî kiriye ji 200 heta 250 hezar kes aware bibin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.