Rêwîtiya zehmet a masiyan dewam dike

Rêwîtiya zehmet a masiyan dewam dike

WAAR_Duhok:

Rêwîtiya bi zor û zehmet ya încî kefalên di Behra Wanê da dijîn û di heyameke salê da ji bo xerzên xwe daynin berê xwe didin avên çeman dewam dike.

Încî kefalên ji cureyên endemîk di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da wekî somonên li Norwêcê ji Behra Wanê koçî ava çeman dikin.

 

Masî her sal di heman wextê da ji ava bixoy û sode derdikevin û xwe berî nav ava şirîn a çeman didin, rêwîtiya wan bi zor û zihmetî merivan şaş û metel dihêle.

Walîtiya Wanê, Qaymeqamtiya Erdîşê û Zanîngeha Yuzuncuyilê li Çemê Delî yê li Erdîşa ku koça masiya lê baş tê dîtin “Festivala Çand û Hunerê ya Koça Încî Kefalan a Navneteweyî ya 9an” li dar dixin.

Di çarçoveya festivalê da turîst li benda masiyan ji xwe ra li masiyên li berevajiyê avê diherikin û ji bo ji astengan xilas bibin car caran difirin temaşe dikin.

Kesên tên li seyrangeha li her aliyên çêm hewl didin ku vê rêwîtiyê bibînin hem wan temaşe dikin hem jî li qadî çalakiyan teqîb dikin û şa dibin û konseran guhdarî dikin.

Festivalê duh dest pê kir û ziyaretvanên hatin herêmê li standan geriyan, govend temaşa kirin û konsera Grup Tilloyê guhdarî kirin.

Festivalê 3 rojan dewam bike, di vê çarçoveyê da astengdarê çalakiyan li dar bixin, pêşbaziya di navbera xwendingehan da were kirin, hunermendên herêmî û Gulzade Riskulovaya Qirxiz jî wê konseran bidin.

Babetên bi vê mijarêve girêday