Rêwas Fayîq bû seroka nû ya parlementoyê Kurdistanê

Rêwas Fayîq bû seroka nû ya parlementoyê Kurdistanê

WAAR_Duhok:

Parlamentoya Kurdistanê îro civiya û di civînê de berbijêra Fraksyona YNKê Rêwaz Fayiq weke seroka nû ya Parlamentoya Kurdistanê li cihê Dr. Vala Ferîd hate hilbijartin.

Li gorî rêkeftina PDK û YNKê, posta serokatiya parlementoya Kurdistanê pişka YNKê ye, ji ber wê jî piştî ku Vala Ferîd bû wezîr û dest ji serokatiya parlementoyê berda, Rêwas Fayîq bû seroka parlementoyê.

Di hilbijartina seroka nû ya parlementoyê de, parlementera Nivşê nû Şadî Newzad jî bi Rêwas Fayîq re hevrikî dikir lê wê nekarî dengên pêwîst bi dest bîne.

Rêwas Fayîq sala 1977 li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwedan dîplomaya doktorayê ye di hiqûqê de. Endama serkirdetiya YNKê ye jî. Ev du car in dibe parlementer.

Babetên bi vê mijarêve girêday