“Referandom Mafekî rewaye belê divê pêvaju bi demokratik bê revebirin”

“Referandom Mafekî rewaye belê divê pêvaju bi demokratik bê revebirin”

WAAR_Duhok:

Parlementerê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê yê Merdinê Mithat Sancar fikr û ramanên xwe yê li ser referandoma serxwebuna Kurdistanê ji WAARê re anî ziman u got. “Referandum mafe. Başur ji bo mafêke netewî diçe referandomê. Liser referandumê hewceyî gotobêjê nake, mafêkî rewaye. Gelê Başur ji bo serxwebunê dikeve referandomê. Encam biryara gelê başure. Mafê her gelî ye ku biryara pêşeroja xwe bide. Tişta giring ewe ku pevajoya referandomê wê çawe bê revebirin. Niha erka di kevi ser milê partî û layenîn başur bi reyên demokratîk vê pevajoyê revebibin. Ez bawerim ku yê wiha baş pêkbinin. Referandom û serxwebunî ne heman tiştin. Piştî referandomê pêvajoya serxwebunê wê destpê bike. Divê partî û layenê başur ve ya jî baş birevebibin. Ji ber ku pirsgirêk yê wê demê zedetir bibin. Dewletên ciran wî demî yê bêtir ser Kurdistanê de bên. Rêya serxwebunê zehmete, Ev berhema tekoşina 70 salane. Banga min him ji partî û layenên başur û him jî parçeyên din ewe ku pevajoya him referandomê u him jî ya serxwebunê bê şer bi revebibin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.