Rapora NYyê ji ber kuştina Kaşikçi Erebistana Siûdî berpirsyar nîşan da

Rapora NYyê ji ber kuştina Kaşikçi Erebistana Siûdî berpirsyar nîşan da

WAAR_Duhok:

Raportora Taybet a Înfazên Kêyfî û Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî (NY) Agnes Callamard di rapora ku der barê kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi da wiha got: “Li gor hiqûqa navnetweyî kuştina Kaşikçi înfazeke bêdaraz ya ku biqestî û plankirî ye û berpirsyarê wê dewleta Erebistana Siûdî ye.”

Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê (OHCHR) îro raporeke 101 rûpelî weşand.

Di raporê da wiha hat gotin: “Sekreterê Giştî yê NYyê (Antonio Guterres) got ji bo kuştina Kaşikçi divê lêpirsîna cezaî bê destpêkirin.”

Hat gotin divê di Lijneya Giştî ya NYyê da an jî di Konseya Mafên Mirovan a NYyê da ji bo kuştina rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan mekanîzmayeke lêpirsîna cezaî dimeşîne bê avakirin.

– Ji bo malbata Kaşikçi tazmînat

Di raporê da hat gotin divê rêvebiriya Erebistana Siûdî li ber raya giştî ji malbata Kaşikçi lêborînê bixwaze û tazmînatê bide malbatê.

Rapora Kaşikçi ya NYyê anî ziman ku Erebistana Siûdî ji ber ku îmtiyazên dîplomatîk suîstimal kir, divê ji Hikûmeta Tirkiyeyê lêborînê bixwaze.”

– “Amerîka divê lêpirsîna FBIyê bide destpêkirin”

Ji bilî vê behsa Amerîkayê hat kirin û wiha hat gotin: “Ji bo lêpirsîna kuştina Kaşikçi Amerîka divê lêpirsîna FBIyê bide destpêkirin.”

– Kuçeya Kaşikçi

Di raporê da hat pêşniyazkirin li ber Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî ji bo azadiya çapemeniyê temsîl bike divê peykerek bê danîn û kuçeya konsolxaneyê jî wek kuçeya Kaşikçi bê guherandin.

Der barê mueyîdeyên li hemberî kesên tiliya wan di vî karî da hene da wiha hat gotin: “Ji bo lêpirsîna rayedarên payebilind ku Mîrzayê Welîehd ê Erebistana Siûdî jî di nav da ye, delîlên pêbawer hene. Mueyîdeyên der barê kuştina Kaşikçi da divê li hemberî Mîrzayê Welîehd û serweta wî ya şexsî ya li dervayî welêt be jî.”

Bang li şirketên navneteweyî hat kirin ew bi kes an jî saziyên eleqeya wan bi vê kuştinê va hene ra têkiliyên xwe qut bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday